Nîsan 02, 2021 09:01 Asia/Tehran
  • Kûpaya Cîhanê ev jî dît: Japonyayê encama 14-0 bi dest xist

Li dinyayê pêşbirkên pêşîn ên ji bo Kûpaya Cîhanê ya 2022'yan temam bûn. Di pêşbirkên hevtêkbirinê yên Asyayê de Japonyayê tam 14 gol avêtin û îmzeya xwe avêt bin skorek din a balkêş. Tîma Neteweyî ya Japonyayê di sala 1967'an de bi 15-0 tîma Fîlîpînê têk biribû û rekor şikandibû. Piştê vê ev duyemîn skora wan a mezin e.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Pêşbirka Koma F ya Moxolistan û Japonyayê 30'ê mehê hat lîstin. pêşbirk li Fukuda Denshi Arenayê hat lîstin û gelek balkêşî derketin holê.

Yuyo Osaka hat-trick kir. Wekî din Inagaki, Ito û Furuhashi her yekî 2 gol avêtin. Golên din jî Minamino, Kamada, Morita, Asano û Tuya (avêt Qeleha xwe) avêtin.

Japonyayê di deqîqeya 71'ê de 2 gol, yanê di deqîqeyek de 2 gol avêtin.

Japonyê di komê de di her 5 pêşbirkên ku lîstiye de bi ser ketiye û pêşbirka pêş me bi dest bixe mafê çûyîna Kûpaya Cîhanê bi dest dixe. Japonyayê di van 5 pêşbirkan de 25 gol avêtine û tenê golek xwariye.

 

Serepeyv