Serdema Kûpaya Cîhanê ya 2022'yan dest pê dike
Pêşbirkên hevtêkbirinê yên ji bo Kûpaya Cîhanê ya 2022'yan bi lez dest pê dikin û Pêşbirkên 3 hefteyan di hefteyek de têne lîstin.
Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Kûpaya Cîhanê ya 2022'yan de li Qatarê li dar bikeve. Ji ber rewşa pandemiyê Pêşbirk hatin taloqkirin û ji bo tûrnûvaya sala bê demek kurt ma. Loma jî leza wan heye. Di beşa Pêşbirkên tevtêkbirinaê yên beşa Ewropayê de vê hefteyê Pêşbirk dest pê dikin. Di hefteyek de sê Pêşbirk dê bêne lîstin.
Roja 24-25'ê adarê Pêşbirkên yekemîn, 27-28'ê adarê Pêşbirkên duyemîn û 30-31'ê adarê jî Pêşbirkên sêyemîn dê bêne lîstin.
KOMÊN EWROPAYÊ
Koma A: Portekîz, Sırbistan, Îrlanda, Luksemburg, Azerbaycan
Koma B: Spanya, Swêd, Yewnanistan, Gurcistan, Kosova
Koma C: Îtalya, Swîsre, Îrlandaya Bakur, Bulgaristan, Lîtvanya
Koma D: Fransa, Ûkrayna, Fînlandiya, Bosna-Hersek, Kazakistan
Koma E: Belçîka, Galler, Komara Çek, Belarus, Estonya
Koma F: Danîmarka, Avusturya, Skoçya, Îsrail, Gravên Faroe, Moldova
Koma G: Tirkiye, Hollanda, Norwec, Montenegro, Letonya, Cebelitarik
Koma H: Hirvatistan, Slovakya, Rusya, Slovenya, Qibri, Malta
Koma I: Îngilistan, Polonya, Macaristan, Albenia, Andorra, San Marino
Koma J: Almanya, Romanya, Îzlanda, Makedonyaya Bakur, Errmenistan, Lihtenştayn
Ji 55 tîmên di Pêşbirkên hevtêkbirina Ewropayê de 13 tîm dê raste ras herin Tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê.
Li gor rêgezê 10 tîmên di rêza yekemîn de cih bigirin dê bilêtan çûna tûrnûvayê bi dest bixin. 10 tîmên duyemîn ligel du tîmên di Lîga Neteweyan a UEFA'yê de pûanên herî baş girtine dê Pêşbirkên play-offê bilîzin. Bi vî awayî ji nav van jî 3 tîmên bi ser bikevin dê tûrnûvayê.
TIRKIYE LIGEL HOLLANDA DILÎZE
Di Pêşbirkên yekemîn de Tirkiye dê ligel Hollandayê bilîze. Pêşbirka wan 24'ê mehê saet 20'an de li Tirkiyeyê tê lîstin. Heman rojê Fransa Ukraynayê, Cebelitarik Norwecê, Fînlandiya Bosna Hersekê, Letonya Montenegroyê, Slovenya Hirvatistanê, Belçika Gallerê, Sirbistan Îrlandayê, Portekîz Azerbaycanê, Malta Rusyayê, Estonya Komara Çekî, Qibris Slovakyayê dike mêvan.