Kelekvanê mehabadî jibo wergirtina pişk û para Olempîkê berê xwe da Omanê
Adar 23, 2021 12:27 Asia/Tehran
Ehmed Ehmedî kelekvanê mehebadî jibo beşdariya di pêşbirkên bijartina Olempîkê berê xwe da Omanê.
Pêşbirkên wergirtina pişk û para Oslempîkê ya Kelekvaniya Asya û Afrîqayê dê ji 12 heta 19ê meha Ferverdîna sala 1400î (2 heta 9ê Nîsana 2021ê) li navenda werzişî ya El-Mesneya Omanê were lidarxistin.
Mehabad li başûrê parêzgeha Azerbaycana Rojava û 116 kîlomitriya Ûrmiyeya navenda vê parêzgehê ye.