Adar 23, 2021 12:21 Asia/Tehran
  • Îsal dê guleşta neteweyî ya bi Çoxeyê li Sferayîna Bakurê Xorasanê neyê lidarxistin

Li gorî destûra Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê, Gusleşta Neteweyî ya Bi Çoxeyê (Kuşnî) li Sferayîna parêzgeha Xorasana Bakur dê neyê lidarxistin.

Li gorî rapora IRNAyê, Ev cara duyem e ku piştî belavbûna vîrûsa Koronayê, Guleşta neteweyî xwecihî ya Bi Çoxeyê li meydana guleştê ya Zeynelxana Sferayînê li başûrê rojhilatê Bijnûrta navenda parêzgeha Xorasana Bakur li gorî pesendnameya erkantiya parêzgehê dê neyê lidarxistin.

Çoxe peyveka kurdî ye û navê kincekê ye ku guleştgirên vê çiqa werzişî li ber xwe dikin.

Ev guleşt ji mêj va li nav kurdên Xorasanê wek "Kuşnî" dihat naskirin; Lê ev çend sal in ku bi navê "Guleşta bi Çoxe" tê naskirin.

Şaristana Sferayînê bi 120 hezar nifûsa xwe di 60 kîlomitirya başûrê rojhilatê Bijnûrta navenda parêzgeha Xorasana Bakur e.

 

 

Serepeyv