Adar 16, 2021 17:47 Asia/Tehran
  • Xelata mezin a Festîvala Fîliman a Kyoto bû para fîlima îranî ya

Kurtefîlma îranî ya "Nategh" (bêjer) di Festîvala Xwendekaran a Kyoto ya Japonya de Xelata Mezin bi dest xist.

Li gorî IRNAyê îro Sêşemê, di dawiya 23-emîn Festîvala Xwendekaran a Kyotoya Japanê, ku ji 26ê Sibatê heya 15ê Adarê bi awayê beşdariya fîxzîkî û online hate li dar xistin, kurtefîlma Nategh bi derhêneriya "Mêhrşad Rencber" di nav 16 fîlimên xwendekarî de bi ser ket û karî xelata vê mîhrîcana xwendekaran a kevn bistîne.

Festîvala Xwendekaran a Kyoto Wekî mezintirîn festîvala xwendekaran a navneteweyî ya Japonê, her sal ji hêla Zanîngeha Kyoto ve tê li dar xistin da ku jêhatîbûn û behreyên nû kifş bike.

Kyoto wekî bajarê sînemayê û her weha wekî bajarê xwendekaran li Japonya tê nas kirin, ku gelek fîlimçêker tê de ne û xwendekar % 10 nifûsa bajêr pêk tînin.

Serepeyv