Adar 16, 2021 13:48 Asia/Tehran
  • Fûtbala welatên cûrbecûr di hefteya ku derbas bû de

Li Îngilistan, Tirkiye, Îtalya, Spanya û Almanyayê dema pêşbirkên kûpayên lîgê diyar bûn. Li Tirkiyeyê îro û sibê, li Îngilistanê dawiya vê hefteyê têne lîstin.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, "Li Îngilistan, Tirkiye, Îtalya, Spanya û Almanyayê dema pêşbirkên kûpayên lîgê diyar bûn. Li Tirkiyeyê îro û sibê, li Îngilistanê dawiya vê hefteyê têne lîstin.

ÎNGILISTAN

Li Îngilistanê vê hefteyê pêşbirkên FA CUP'ê hene. Di pêşbirkên çarîk fînalê de 20'ê mehê saet 15.15'an de Bournemouth dê Southamptonê bike mêvan. Heman rojê saet 20.30 de jî dê Everton û Manchester City bên hemberî hev.

Roja 21'ê mehê jî saet 16.30 de dê Chelsea Sheffield Unitedê bike mêvan, heman rojê saet 20.00'an de jî dê Leicester City û Manchester United bi hev re bilîzin.

Tîmên bi ser bikevin dê derbasî nîv fînalê bibin.

Li aliyê din li Îngilistinê Kûpaya Lîgê jî heye. Di vê tûrnûvayê de Manchester City û Tottenham derbasî fînalê bûbûn. pêşbirka wan dê roja 25'ê avrêlê bî lîstin.

TIRKIYE

Di Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyeyê de pêşbirkên nîv fînalê îro dest pê dikin. pêşbirka yekem îro di navbea Beşîktaş û Başakşehîrê de ye. pêşbirk saet 20.45'an de tê lîstin û A Spor yekser diweşîne. Beşîktaş ji sala 2011'an ve nikare vê kûpayê bi dest bixe. Dawiya hefteyê Beşîktaş û Başakşehîrê di pêşbirka lîgê de lîstin, Beşîktaş bi 3-2 bi ser ketibû.

Pêşbirka din a nîv fînalê di navbera du tîmên Antalyayê Antalya Spor û Alanya Sporê de ye. pêşbirka wan sibê (17'ê mehê) saet 20.45'an de dê bê lîstin.

Tîmên bi ser bikevin dê derbasî fînalê bibin.

ÎTALYA

Li Îtalyayê di Coppa Italia de mehan bori Atalanta û Juventus derketibûn fînalê. pêşbirka wan a fînalê dê 19'ê meha gulanê bê lîstin.

SPANYA

Li Spanyayê di Kûpaya Qral de tenê pêşbirka fînalê maye. Athletic Bilbao û Barselona derketibûn fînalê. Roja 17'ê avrêlê ji bo kûpayê ewê bi hev re bilîzin.

ALMANYA

Li Almanyayê pêşbirkên kûpaya lîgê ku bi navê "DFB-Ligapokal" derbas dibe 3 pêşbirkên çarîk fînalê 2 û 3'yê vê mehê hatin lîstin, yek maye. Di van pêşbirkan de Borissia Dortmun û Hostein Kiel derbasî nîv fînalê bûn. RB Leipzingê jî Wolsburg têk bir û derbasî nîv fînalê bû. pêşbirka çarîk fînalê ya mayî di navbera Jahn Regensburg û Werder Bremenê de ye. pêşbirka wan dê 7'ê meha pêşiya me bê lîstin; kîjan bi ser bikeve dê bibe reqîbê RB Leipzingê.

Li vê tûrnûvayê pêşbirkên nîv fİnalê dê rojên 1 û 2'yê gulanê bêne lîstin."

 

 

 

 

Serepeyv