Adar 14, 2021 08:56 Asia/Tehran
  • Amedspor bi her awayî hewl dide derbasî lîga 2'emîn bibe

Tîma keskesor Amedsporê bi 47 pûanan di grûba yekemîn, di lîga 3'emîn de bû pêşenga lîgê. Di navbera wê û tîma herî nêzî wê de 2 pûan heye. Ev tîma dixwaze pêşengiya xwe ya di lîgê de berdewam bike û di dawiya heyama îsal de bibe şampiyon. Eger ew bibe şampiyon dê rasterast derbasî lîga 2'emîn bibe.

Tîma keskesor Amedspor di lîga 3'emîn grûba yekemîn de, bi 47 pûanan bû pêşenga lîgê. Di navbera wê û tîma duyemîn Bucasporê de tenê 2 pûan heye. Ji bo ku bikaribe pêşengiya xwe ya di lîgê de berdewam bike, divê ji pêşbirga Yeşîlyurtsporê 3 pûanan bi dest bixe.

Serokê Tîma Amedsporê Turan Îlgîn, di van heftiyên dawiyê de ji bo çavdêriyê tê rahênana futbolîzan. Çavên wî hertim li ser rahênanê ye û dixwaze ev serkeftin her berdewam bike.

Serokê Amedsporê Turan Îlgîn li ser vê yêkê dibêje “Em ji her pêşbirgê re amadekariyeke cuda dikin. Yên bi pêş dikevin, yên pûan wenda dikin hene. Her pêşbirka me dê bi zehmetî derbas bibe. Li pêşiya me 9 pêşbirk hene. Lê di nava van de 2 pêşbirkên li pêşiya me gelek girîng e. Em dixwazin di hemû pêşbirkan de bi ser bikevin û bibin şampiyon”

Serepeyv