Adar 13, 2021 08:07 Asia/Tehran
  • Li Tirbespiyê bi boneya 8`ê Adarê pêşangeheke folklorîk hat vekirin

Nivîsgeha Jinan a Meclisa Navçeya Meclisa Tirbespiyê ya herêma Qamişloyê pêşangeha folklorîk orgenîze kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Di çarçoveya rêzeçalakiyên Roja Jinan a Cîhanê de, Nivîsgeha Jinan a Meclisa Navçeya Tirbespiyê pêşangeha folklorîk orgenîze kir.

Di pêşangehê de kelepûrên pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan û alavên kevnare yên ku jinan çêkirine, hatin pêşandan.

Ji alavên ku di pêşangehê de hatin pêşandan; alavên ristinê, destar, cil û bergên folklorîk, alavên metbexê yên ku ji bo amadekirina xwarinê tê bikaranîn.

 

Serepeyv