Adar 12, 2021 14:39 Asia/Tehran
  • Behreyn mazûvaniya pêşbirkên tîma neteweyî ya futbolê ya Îranê dike

Li gorî Komîteya Pêşbaziyê ya Konfederasyona Futbolê ya Asyayê (AFC), Behreyn wekî mazûvanê pêşbirkên mayî yên koma sêyemîn a pêşekî ya Kûpaya Cîhanê ya 2022-an a Qatarê hat hilbijartin.

IRNAyê îro Înê ragihand, Li gorî Konfederasyona Futbolê ya Asyayê, Behreyn çar pêşbirkên dawîn ên tîma fûtbolê ya neteweyî ya Îranê di tûra pêşekî ya Kûpaya 2022-an a Cîhanê ya Qatarê de dê mêvandarî bike.

Îran digel tîmên futbolê yên Iraq, Bahreyn, Hong Kong û Kamboçya di koma sêyemîn de ye û di tûra yekem a vê pêşbirkê de, 2 serkevtin bi dest xist û 2 caran jî bin ket û bi 6 pûanan, di rêza sêyem a lîsteya koma xwe de cih girt. Tîma Iraqê bi 11 pûanan û Bahreyn bi 9 pûanan di rêza yekem û duyem de ne.

Çend roj berê, AFC mazûvaniya nûnerênÎranê di Lîga Şampiyonên Asyayê de radestî Erebistana Siûdî, Îmarat û Hindistanê kir.

Serepeyv