Adar 12, 2021 13:30 Asia/Tehran
  • Di tûrnûvaya Tirkiyê de sê medalên din ên taekwondoyê ji bo jinên Îranê

Tîma Neteweyî ya Taekwondo yê ya jinên Îranê di Tûrnûvaya Navneteweyî ya Tirkiyê de sê madalên din bi dest xistin.

Li gorî IRNA; Têkoşana roja duyemîn (Pêncşem) di giraniyên (weznên) 53, -57 û -67 kg de hat şopandin û Xezel Sultanî, Nahîd Kiyanî, Kowser Esaseh û Milîka Mîr-Huseynî taekwondokarên Îranî bûn di vê rojê de û di dawiyê de Sultanî bi ser ket madala zîv û Kiyanî û Mîr-Huseynî  medalên tûnc bi dest xwe xistin, bi vî awayî hejmara madalên keçên Taekwondokar ên îranî gihêşt şeş medalan.

Di roja yekem a pêşbaziyên Taekwondoyê li Tirkiyê de, medalek zêrîn ji hêla Zehra Pûrîsmaîl û du madalên bronz ji hêla Perîsa Cewadî û Yelda Welînejad ve hatin stendin.

8emîn Tûrnûvaya Navneteweyî ya Taekwondo li Tirkiyê di kategoriya temenê mezinan de bi beşdariya 535 tekwondokar ji roja Çarşemê li "Stenbol" dest pê kiriye û îro Înê bi dawî tê.

Di vê roja dawiyê ya van pêşbaziyan Mehla Muminzade diçe ser Xiaopchang(Şyapçang).

Serepeyv