Adar 08, 2021 07:59 Asia/Tehran
  • Li Festîvala Fîlman a Berlînê

Festîvala Fîlman a Berlînê "Berlinale" fîlmên ku bi ser ketine eşkere kirin. Derhênerê rum Radu Jude bi fîlmê xwe "Babardeale cu bucluc sau porno balamuc" (Bad Luck Banging or Loony Porn- Pevşabûna Bêsiûd an jî Şeydatiya Pornoyê) xelata mezin a festîvala "Hirça Zêrîn" wergirt. Derhênerê kurd Ferît Karahan jî bi fîlmê xwe Xelata Taybet a Juriyê wergirt.

 Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Berlînale îsal di navbera 1-5'ê mehê de bi awayekî online ji bo nûnerên sektora sînemayê hat lidarxistin. Festîval di navbera 9-20'ê pûşperê de dê ji bo temaşevanan li dar bikeve û xelata fîlmên serketî wê demê belav bike.

Derhênerê rum Radu Jude di sala 2015'an de bi fîlmê xwe "Aferîn" ji Berlînameyê xelata "Hirça Zîvîn" wergirtibû vê carê "Hirza Zêrîn" girt. Xelata "Hirça Zîvîn" ku didin Derhênerê/a Herî Serketî îsal ji sînemaya Macar dan derhêner Denes Nagy (Bi fîlmê Termeszetes feny).

Berlînaleyê îsal meseleya cinsiyetê ji holê rakiribû û ji dêvla "Xelata lîstikvanê herî serketî " û "Xelata Lîsikvana Herî Serketî" tenê di du waran de xelata "Lîstikvanê/a Sereke ya Herî Serketî" û "Xelata Duyemîn a Lîstikvanê/a Herî Serketî" tenê du xelat dan.

Derhênerê kurd Ferit Karahan bi fîlmê xwe "Okul Traşi" beşdarî festîvalê bûbû. Fîlm di beşa Panorama de hat nîşandayîn û bi Xelata FIPRESCI hat xelatkirin.

Serepeyv