Adar 08, 2021 07:42 Asia/Tehran
  • Tîma Neteweyî ya Tekvandoya Îranê di Torneminta Sûfiyê da bû sêyem

Tîma Neteweyî ya Tekvandoya Îranê bi wergirtina 2 mîdalên zêr, pileya sêyem a torneminta navneteweyî ya Sûfiyê bi dest xist.

Li gorî rapora IRNAyê, Dora heştem a Torneminta navneteweyî ya Tekvandoya Bulgaristanê ya mezinan a jinan û mêran bi beşdariya 390 tekvandovanan roja Yekşemiyê hat lidarxistin.

Di dawiyê da Tîma Neteweyî ya Tekvandoya Îranê bi mîdalên zêr ên Husên Lutfî û Emîrmuhemed Bexşî karî bi 240 puenan bi giştî bibe sêyem.

Tîma Urdinê bû qehreman û Tîma Ingllîzê jî bû duyem.

 

Serepeyv