Helbestvan Mihemed Elî Hiso li ser gora xwe hate bibîranîn
Rewşenbîrên herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di salvegera 6`emîn a wefata wî de helbestvan Mihemed Elî Hiso li ser gora wî ya li navenda Qamişloyê bi bîr anî.
Bi serpereştiya Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê û Gerînendetiya Çand û Hunerê, duh gelek rewşenbîr û endamên Gerînendetiya Çand û Hunerê û kurê helbestvan Mihemd Elî Hiso, serdana gora helbestvan Mihemed Elî Hiso ya li goristana taxa Hilêliyê ya Qamişloyê kir.
Helbestvan Mihemed Elî Hiso sala 1930`î li gundê Girê Moza yê girêdayî navçeya Amûdê hatiye dinê û di 4`ê Adara 2016`an de di 86 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Di merasima bîranînê de rewşenbîran behsa jiyan û helbestên Hiso kir. Endamê Gerînendetiya Çand û Hunerê Edhem Umer qala jiyana nivîskar û hin xebatên wî kir û wiha got: “Me helbestvan Mihemed Elî Hiso bi rêya komeke çalakiyên wêjeyî û çandî nas kir. Ew yek ji wan wêjevanan bû ku girîngî dida çand, wêje û têkoşîna nîştimanî ya girêdayî fikirên rêber Abdullah Ocalan.”
Di dawiya merasima bîranînê de pirtûkên helbestvan Mihemed Hiso li beşdaran hatin belavkirin.