Adar 01, 2021 16:49 Asia/Tehran
  • Serahênerê berê yê Persepolîs û tîma Omêd wefat kir

Zlatko Kranjcar(Krançar), serahênerê berê yê tîmên futbolê yên Persepolîs, Sepahan û Omêd, îro (Duşem) di 64 saliya xwe de ji ber pirsgirêka kezebê ji dunê çû.

Li gorî IRNA, "Zlatko Kranjcar" serahênerê berê yê tîma futbolê Omêda Îran û her weha serahênerê berê yê klûbên Persepolîs û Sepahanê ku xwediyê mêjûyeke bi serketin û qehremaniyê ya Lîga Premier bû jî, ji nişka ve di 64 saliya xwe de emrê Xwedê kir.

Kranjcar ji ber pirsgirêka kezebê berî 10 rojan li nexweşxaneyeke Zadar hate razandin û piştre hate veguheztin bo Zagrebê, lê hewildanên dixtoran ji bo dermankirina wî bê encam man û efsaneya klûba Dinamo Zagreb çavên xwe ser vê dunyayê girtin.

Kranjcar 2 lîstikên neteweyî ji bo tîma neteweyî ya Kirovatîstanê û 11 lîstik ji bo tîma neteweyî ya Yugoslavya ya berê lîstin. Wî 10 salan di Dinamo Zagreb de lîst û di heman demê de li Avusturya(Otrîşê) di Rapid Wien û St Polten de lîst.

Kranjcar rahêneriya gelek tîman kir, lê piştî ku dev ji tîma futbola Omêd berda, ew êdî ne bû berpirsê tîmek. Kranjcar di heman demê de ji 2004-an û 2006-an jî serahênerê tîma futbolê ya netewî ya Kirvatistanê bû.

Serepeyv