Sibat 28, 2021 13:51 Asia/Tehran
  • Li Tirbespiyê ji bo vejandina çanda erebî ya resen, civateke helbestê hate lidarxistin

Desteya Ciwan û Werzîşê bi hevkariya Desteya Nîştimanî ya Ereb civatek bi tevlêbûna helbestvanên herêmî li ber berava bendava Mizgeftê ya li navçeya Tirbespiyê re organîze kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Komîteya Ciwan û Werzîşê bi koordîneya Desteya Nîştimanî ya Erebî bi armanca vejandina helbesta erebî ya resen û pêşxistina behreyên çîna ciwanan di vî warî de, civatek organîze kir.

Civata helbestê li ser berava bendava Mizgeftê ya li bakur rojhilatê navçeyê li dar ket. Helbestvan Ednan El-Temo, Yusif El-Zahir, Nasir El-Mihemed, Macid Ebû El-Cûd, Heyfa El-Cerbû û Qusey El-Hebîb beşdarî civatê bûn.

Helbestvanan helbesta erebî ya cureya nebetî girêdayî yekitiyê û projeya biratiya gelan vegotin.

Her wiha helbestvanan di helbestên xwe de şehîdên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û fedekariyên ku dane heta ku serkeftinên bêhempa bi dest xistin û ewlekarî li herêmê misoger kirin, silav kirin.
 

Serepeyv