Tîma Akrojîma Mehabadê li Îranê bû duyem
Sibat 28, 2021 07:47 Asia/Tehran
Tîma Akrojîma desteya Jîmnastîka Mehabadê karî cîgeha duyem di pêşbirkên qehremaniya Îranê da bi dest bixe.
Li gorî rapora IRNAyê, Pêşbirkên qehremaniya Akrojîma Îranê bi awayê mecazî navbera heşt parêzgehan hat lidarxistin û tîma desteya Jîmnastîka Mehabadê wek nûnerê parêzgeha Azerbaycana Rojava di çiqa mezinan a van pêşbirkan da karî di pileya duyem da cih bigire.
Akrojîm di rastiyê da heman Jîmnastîka hunerî ye ku dewsa bikaranîna amûrên Jîmnastîkê ji wan Darxxelek, Barfîks û Paralelê, kes û mirov jibo cihanîna teknîkên wê tên bikaranîn.
Parêzgeha Azerbaycana Rojava cemsera girîng a çiqa Akrojîma parêzgeha Azerbaycana Rojava ye.
Li Mehabadê 9 hezar werzişkar di qaliba 43 deste, 70 kilûbên xusûsî û 20 kilûbên dewletî ye.