Sibat 26, 2021 08:22 Asia/Tehran
  • Li Rihayê - Dêra Hanefîş Kaya bûye wargeha defînegeran

Desteya Parastina Heyînên Çandî û Xwezayî ya Rihayê, Dêra Hanefîş Kaya wekî qada tomarkirî îlan kiribû. Lê belê ji bo parastina dêrê tiştek nehatiye kirin û defîneger wê texrîb dikin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê, Dêra Hanefîş (Akkese) Kaya ku malovaniya êzidî, xirîstiyan û misilmanan kiriye, nayê parastin.

Desteya Parastina Heyînên Çandî û Xwezayî ya Rihayê, Dêra Hanefîş Kaya wekî qada tomarkirî îlan kiribû. Lê belê ji bo parastina dêrê tiştek nehatiye kirin û defîneger wê texrîb dikin. 

Desteya Parastina Heyînên Çandî û Xwezayê ya Rihayê, di sala 28'ê Gulana 2008'an de dêra navbirî wekî qada tomarkirî ya dereceya yekem îlan kiribû. Lê belê ji wê çaxê heya niha ji bo parastina dêrê tiştek nehatiye kirin. Ji ber ku tiştek nehatiye kirin û dêr nayê parastin, bi destê defînegeran tê texrîbkirin. Her wiha ji ber di hundirê wê de agir tê vêxistin, dîwarên wê reş bûne.

 Ji ber dûmanê jî motîfên li ser dêrê winda bûne.

Serepeyv