Sibat 22, 2021 10:04 Asia/Tehran
  • Li Minbica Sûriyê - Mîhrîcana Huner û Wêjeyê ya Jinan bi dawî bû

Çalakiyên Mîhrîcana Huner û Wêjeyê ya Jinan a Sêyemîn li bajarê Minbicê bi dawî bû. Mîhrîcanê pêr dest pê kiribû.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), "Mîhrîcan li hola Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê hate lidarxistin. Di mîhrîcanê de stran û şano bi beşdarbûna pêkhateyên Kurd, Ereb, Çerkes û Tirkmen hatin pêşandan.

Di roja duyemîn a mîhrîcanê de stran, helbest, şano hatin pêşkêşkirin. Koma Kevana Zêrîn a bajarê Kobanê bi navê "Keda Jinan" lîstekeke şanoyê pêşkêş kir. Her wiha helbestvan Heya Welîd El-Îsa helbest xwendin.

Koma Minbicê ya şanoyê jî şanoyek bi navê "Jina ku namire" ku behsa berxwedan û têkoşîna jinan dike, pêşkêş kir.

Di dawiyê de komên beşdarî mîhrîcanê bûne, ji aliyê komîteya amadekar ve hatin xelatkirin."

Serepeyv