Sibat 21, 2021 14:22 Asia/Tehran
  • Lidarketina Pêşbirkeyên Olîmpîkê yên Tokyoyê li  Havînê

Serokwezîrê Japonya ragihand vî welatî biryar daye ku pêşbaziyên Olîmpîkê yên Tokyoyê di havînê de li dar bixe.

Li gorî IRIB Newsê, Serokwezîrê Japon Yoşîhîde Sûga di civîna G7 de qala biryara welatê xwe ji bo lidarxistina pêşbaziyên Olîmpîkê li Havînê kir û bang li welatên G7 kir ku di avakirina pergal û nîzama navneteweyî ya piştî Koronayê de rolek sereke bilîzin.

Koma 7 di daxuyaniya xwe ya dawîn de diyar kir ku vîrusa Koronayê nîşan da ku cîhan li dijî gefên pêşerojê yên ewlehiya tenduristiya cîhanî pêdivî bi berevanî û parastina bihêztir heye.

Li gorî anketa Online a ku li Japonya ji 1 heta 8ê Sibatê hat kirin, nîvê welatiyên vî welatî bi paşdaxistin an betalkirina Lîstikên Olîmpîk û Paralîmpîk ên Tokyoyê razî ne.

Li gorî Komîteya Amadekar a Olîmpîkê ya Tokyoyê, bûyerên testê yên Olîmpîka 2020-an, ên ku biryar e niha di sala 2021-an de li dû Pandemiya Koronayê pêk werin, dê di Adara sala bê de dest pê bikin.

Serepeyv