Sibat 21, 2021 09:47 Asia/Tehran
  • Reqa - Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hefteya Çandê da destpêkirin

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê çalakiya "Hefteya Çandê ya Yekemîn " li Reqayê da destpêkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Hefteya Çandê ya Yekemîn îro sibeha dest pê kir û tê payîn roja pêncşmê 25'ê Sibatê bi dawî bibe.

Çalakiyên hefteya çandê bi beşdarbûna nûnerên Meclisa Sivîl a Reqayê, şêx û rûspiyên eşîrên herêmê, nivîskar û rewşenbîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li avahiya Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Reqayê dest pê kir.

Bernameyê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Komîteya Amadekar a Hefteya Çandê Selam Hisên axivî û spasiya Meclisa Sivîl a Reqayê kir ku ji bo vejandina çanda herêmê dixebite.

Paşê pêşangeha wêne ya şêwekarên Reqayê û pirtûkan ku ji pirtûxaneyên herî kev mîna Bor Seîd û Amara hatine komkirin, hate vekirin.

Dûvre Endamê Navenda Meda ya Lêkolînên Tundrew Mamoste Abdulqadir Mûwehed axivî û pirtûka "El-Nebaha û Istihmar" a nivîskarê Elî Şiriyetî xwend û diyar kir ku nivîskar di aliyê doza çandê de gelek lêhûrbûn kiriye ku îşaretê bi taybetmendiyên civakî dike û civakê pêş dixe û pirgirêkan çareser dike.

Di hefteya çandê de dê rêzeçalakiyên çandî û hunerî li dar bikevin.

Tê payîn ku dê di roja duyemîn de kurtefilimên ku xelata nobelê wergirtine werin pêşandan û semînereke bi ser navên "Bindestî û Berxwedana" ji aliyê MSD'ê ve were dayîn.

Di roja sêyemîn de dê şanoya "Siya Mêrekî" ya Deham El-Setam were pêşkêşkirin, pişte werşeya wênexêziyê ya zarokan bi navê "Em ji bo Aştiyê xêz dikin" bi çavdêriya Rêxistina Xitwe were lidarxistin. Her wiha dê Yekitiya Rewşenbîrên Reqayê semînerekê bi navê "Girtiyên di Sînemaya Erebî de" bide.

Di roja çaran de jî Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê dê şanoya bi navê "Gulên Sor Layiqî General in" ku derhêner Fîras Remezan e pêşkêş bike, her wiha hin helbestvan dê bi hevkariya Platforma Mala Helbestan helbestan pêşkêş bikin.

Di roja pêncan de dê behsa Pirtûkxaneya Bûr Seîd di qada çandî ya li Reqayê were kirin û dê xwediyê wê Ehmed El-Xabûr were xelatkirin. Piştre ji aliyê Îbrahîm El-Xelîl ve dê semînerek were dayîn.

Tê payîn ku hefteya çandê roja 25`ê Sibatê bi encamname û şahiyeke hinerî bi dawî bibe.

 

 

Serepeyv