Bakurê Sûriyê - Li Minbicê Mîhrîcana Huner û Wêjeyê ya Jinan dest pê kir
Li Minbicê bi dirûşma "Jin kaniya huner û nebza afirandinê ne" 3`yemîn Mîhrîcana Huner û Wêjeyê ya Jinan dest pê kir. Mîhrîcan dê 2 rojan bidome.
Ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA) nivîsiye: "Mîhrîcan li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Minbicê bi beşdarbûna tevahî pêkhateyên bajêr, li dar dikeve. Di mîhrîcanê de nûnerên Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşarojê ya Reqayê, Kongreya Star ya Herêma Qamişloyê û Rêxistina Sara ya herêma Firatê û dayika Hevrîn Xelef û gelek jinên bajarê Tebqayê, beşdar bûn."
Jin bi cil û bergên gelêrî yên pêkhateyên herêmê tev li mîhrîcanê bûn.
Bi navê komîteya amadekar hevseroka Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê Roz Îshaq axivî û mîhrîcan li tevahiya beşdaran pîroz kir.
Mîhrîcan dê îro heta saet 15:00`an bi pêşandana gelek berhemên hunerî bidome.