Sibat 18, 2021 16:17 Asia/Tehran
  • Tarimî: Ez kêfxweş im ku min gol avête Yûvêntûsê

Êrîşkerê Tîma Neteweyî ya Fûtbala Îranê hêviya xwe diyar kir ku di pêşbirka vegerê jî ji Yûvêntûsê bibe.

Li gorî rapora ISNAyê, Portoyê di halekî da karî di qonaxa heşt yeka dawiyê ya Lîga Qehremanên Ewropayê da ji Yûvêntûsê bibe ku êrîşkerê wê yê îranî yekem gola xwe di van pêşbirkan da avêt.

Mehdî Tarimî piştî vê pêşbirkê got: Me karekî mezin kir û bi rastî em hêjayî birina Yûvêntûsê bûn. Ez gelekî kêfxweş im ku min karî di vê pêşbirkê da golekê bavêjim.

Wî got: Yûvêntûs tîmeke mezin e, lê me karekî pirr rind kir. Em hertim bi hev ra bûn û ev serketin mafê me bû.

 

 

Serepeyv