Sibat 16, 2021 15:31 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên Bijartinê yên Tîma Neteweyî ya Tenîsa Jinan a Îranê dê meha Adarê bên lidarxistin

Bijardeyên Tenîsê bo pêşbirkên bijartina Tîma Neteweyî ya Jinan a Îranê hatin vexwendin.

Li gorî rapora ISNAyê, Pêşbirkên bijartinê bi armanca damezirandina Tîma Fedkupê (Bîlî Cîn Kîng Kup) di sala 2021ê dê ji roja 20ê Sibatê va li navenda werzişî ya Înqilaba Têhranê bên lidarxistin.

Pêşbirkên cîhanî yên Tenîsa Fedkupê dê ji 21 heta 28ê Hezîrana 2021ê bi mazûvaniya Malizyayê bên lidarxistin.

Rahêneriya Tîma Neteweyî ya Tenîsa Îranê li ser ustiyê Fernaz Fesîhî ye.

 

 

Serepeyv