Kurtefîlmek derbarê kultûra pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê tê berhemanîn
Sibat 13, 2021 22:08 Asia/Tehran
Derhênerekî kurd kurte fîlmekî derbarê çanda pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê tomar dike û amaje bi wê yekê dike qonaxa wênegirtina fîlm bi dawî bûye û wê festîvalên fîlman ê cihanî were şandin.
Derhêner Şaxewan Kakemem ji BasNewsê re behsa tomarkirina fîlmê xwe kir û da zanîn navê fîlmê wê ‘’Em bihevre ciwan in’’ ligel tîmeke şareza û biezmûn berhem hênaye û senaryo û derhênanî wî kiriye kare tomarkirinê bi dawî bûye û qonaxa montajê dest pê kiriye.
Şaxewan Kakemem herwiha daye zanîn piştî bi dawîbûna fîlm ew ê fîlmê wan ji bo festîvalên fîlman ê cihanî bê şandin û hemû pêkhateyên li Herêma Kurdistanê di film de cih digirin.