Sibat 07, 2021 12:45 Asia/Tehran
  • Li Mûşê gundî li ser berfê amadehiya pêşbaziya hespan dikin

Gundiyên Yilanliya gundê Vartoya navçeya Mûşê ji bo pêşbaziya hespan a gundî di nav hev da dikin li ser berfê amadehiyan dikin.

Li gorî nûçeya beşa Kurmancî ya Ajansa Anatoliyê (AA), Welatî li rasta navê wê danîne "Hîpodroma Nurî Efendî" ya bi îmkanên xwe amade kirine ji bo pêşbaziyan hespên xwe amade dikin.

Li gund hema bêje li pêşiya her malê hespek heye, gundî piştî karên xwe yên rojane li ser berfê hespên xwe digerînin û dema xwe derbas dikin.

Îdrîs Okê ji gund diyar kir ku zaroktiya wî li ser pişta hespan derbas bû, beşdarî gelek pêşbaziyan bû.

Li Mûşê gundî li ser berfê amadehiya pêşbaziya hespan dikin.

Ok diyar kir ku li gund ji bo heywanên xwe bi xizangên hespan va ka û gihê dikişînin û wiha axivî: "Gelek kes tên beşdarî pêşbaziya havîn û zivistanê li gund tê kirin dibin. Ji bo kêfxweşiyê

vê dikin. Gundî gelekî ji pêşbaziya hespan hez dikin. Li vê derê pêşbazî gelekî kelecanî derbas dibin. Hesp ji bo me girîng in. Hin hevalên me hespan bi tenê ji bo pêşbaziyê xwedî dikin."

Serepeyv