Sibat 06, 2021 09:16 Asia/Tehran
  • Text Rostem û Text Tehmîneya Semengana Efganistanê dê werin restorekirin

Text Rostem û Text Tehmîneya Semengana Efganistanê dê werin restorekirin.

Li gorî rapora Kanala Tolo Newsê, Serokê Lêzanîn û Çandê yê parêzgeha Semenganê li bakurê Efganistanê got: Hin beşên Textê Rostemê û Textê Tehmîneyê ku ji bermahiyên dîrokî yên Semenganê ne, dê werin çêkirin.

Ezîzulrehman Qetre got: Jinûveçêkirina bermahiyên dîrokî yên Semenganê derdora 38 miliyon dolarî pere dixwaze û ev şûnwar di sê kîlomitirya başûrê bajarê Ebîkê yê navenda vê parêzgehê ye.

Textê Rostem û Textê Tehmîneyê ji bermahiyên herî binavûdeng ên parêzgeha Semenganê ne.

 

Xelkê Efganistanê dibêjin ku Textê Rostem bi destê Rostem hatiye çêkirin û Zerdeşt deh salan tê da jiyaye. Li gorî baweriya gel, Rostem qehremanê Şahnameyê ev test jibo xwe ava kir.

 

Tehmîneya keça Semenganê jî odeyên derdora wê ava kir. Piştra wan dawera xwe li vir li dar xistin.

 

Serepeyv