Sibat 04, 2021 12:24 Asia/Tehran
  • Meytê Elî Ensariyan hat binaxkirin

Merasima binaxkirina Elî Ensariyan bi amadebûna fûtbalîst, hunermend û malbata wî hat lidarxistin.

Li gorî rapora ISNAyê, Merasima binaxkirina Elî Ensariyan destpêka sibeha îro Pêncşemiyê, 4ê Sibatê li Tîkeya 222 ya Goristana Bihişta Zehrayê ya Têhranê pêk hat.

Di vê rêûrismê da komeke dost û hevalên wî nemirî ji wan Mecîd Sedrî, Hemîd Direxşan, Elî Pervîn, Muhemedreza Mehdî, Cewad Kazimiyan, Elî Dayî, Elî Kerîmî, Wirya Xefûrî, Bêhnam Ebulqasimpûr, Cefer Semîyî, Elî Fethullahzade, Hemîdreza Gerşasbî, Seyid Cewad Haşimî, Muhemed Pencelî û Adil Kulahkec beşdar bûn.

Nimêja li ser meytê wî jî ji aliyê Hucet ul-Islam wel-Muslimîn Şêx Ensariyan hat xwendin.

Ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê û bi teqeziya malbata wî nemirî, merasim bi awayê sînordar û bi amadebûna derdora 300 kes ji xizm û dostan hat lidarxistin.

 

Serepeyv