Sibat 04, 2021 10:59 Asia/Tehran
  • Çanda kurdî ya Kosegelîyê li Wanê berdewam e

Li Muradiyeya navçeya Wanê welatî di şevên zivistanê yên dirêj da hê jî kevneşopiya kosegelî ya Kurdan didomînin û hewl didin ew neyê jibîrkirin.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya Ajanbsa Anatoliyê (AA), Li Muradiyeya navçeya Wanê welatî di şevên zivistanê yên dirêj da hê jî kevneşopiya kosegelî ya Kurdan didomînin û hewl didin ew neyê jibîrkirin.

Lîstika kosegelî bi sed salan e heye, lê di salên dawîn da hindik maye bê jibîrkirin.

Welatiyên li taxa Fatîhê dijîn di meha çileyê ya ku serma qasî 40 rojan zêde dewam dike da vê lîstikê dilîzin û hewl didin ew neyê jibîrkirin.

Li gor baweriya wan ev kevneşopî mizgîniya bûyîna berxan û biharê dide.

Di vê kevneşopiyê da kesê jê ra dibêjin "kose" cil û bergên ku bi hirî û gîha va hatiye amadekirin li xwe dike, mal bi mal digere. Kose ji malan şekir, ard, rûn, dexl û pereyan berhev dike.

Dema ew malan digere xelk jî jina kose direvîne û zexîreya ku ji malan berhev kiriye didize.

Di dawiyê da zexîreya ku kose û jina wî ji malan berhev kirine li feqîran tê belavkirin.

- "Emê vê çandê bigihînin nifşên li dû me tên"

Welatî Ferhat Guler ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew hewl didin vê lîstika ku ji bav û kalên wan ji wan ra maye nedin jibîrkirin, çanda alîkariyê ya di nav gel da dewam bike.

Guler wiha axivî: "Emê vê çandê bigihînin nifşên li dû me tên. Em pere û xwarinên di vê lîstikê da berhev dikin li gund li malbatên hewcedar belav dikin. Em him dema xwe xweş derbas dikin û him jî alîkariya malbatan dikin."


 

Serepeyv