Li Qamiloyê - Hunermend Mihemed Elî Şakir hat bibîranîn
Hunermend û helbestvan Mihemed Elî Şakir di çilrojiya wefata xwe de li bajarê Qamişloyê hate bîranîn.
Bi boneya çilrojiya wefata hunermend û helbestvanê Kurd Mihemed Elî Şakir, Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê merasîmek li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li dar xist.
Malbata hunermend, gelek hunermend, rewşenbîr, nûnerên saziyên Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şêniyên bajarê Qamişloyê di merasîmê bîranînê de amade bûn.
Piştî deqeya rêzgirtin, hevserokê "Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê" Tehet Yûnis axivî, sersaxê ji malbata hunermend û hevalên wî re xwest. Her wiha behsa xebata wî ya hunerî kir û got: "Xebat û têkoşîna hunermend Mihemed Elî Şakir cihê serferaziyê ye, ji ber ku jiyana xwe xist xizmeta vejandin û parastina çand û hunera kurdî û bi berhemên xwe bû dengê gelê xwe."
Telet Yûnis anî ziman ku erka her rewşenbîr û hunermendekî ye ku xeta hunermend Mihemed Elî Şakir bişopîne.
Birayê hunermend, Mihemed Ezîz Şakir jî spasiya saziya ku merasîmê bîranîna lidar xistiye kir û got: "Dirêjahiya 50 salî min û birayê xwe bi hev re kar kir û çûyîna wî barê min giran kir."
Keça hunermend, Şirîn Mihemed Şakir di bîranînê de axivî û got: "Ez bi bavê xwe û xebata wî serbilind im."
Piştî axaftinan belgefîlmeke li ser jiyana hunermend Mihemed Elî Şakir hate pêşandan.
Hevrê Şakir, Deham Ebdulhemîd behsa hevaltiya xwe û nemir û xebata wî kir.
Piştre, helbestvan Anahîta Sîno helbest xwendin.
Di dawiyê de, hunermend Çîmen Hesen, Îmad Xelef, Sefqan Orkêş, Zoro Seyîd Yûsif û Mizgîn Tahir stranên Mihemed Elî Şakir gotin.