Sibat 02, 2021 14:53 Asia/Tehran
  • Rewşa dawî ya Elî Ensariyan ji zarê bijîşkê wî

Bijîşkê Elî Ensariyan tevî şirovekirina rewşa wî ji gelê Îranê xwest ku jê ra dua bike.

Dr. Muhemed Reza Haşimiyan, Bijîşkê Elî Ensariyan di gotûbêja digel ISNAyê da derbarê rewşa herî dawî ya wî got: Duh Duşemiyê paşnîvro rewşa Elî Ensariyan hema bêje baş bû; ,Lê paşnîvro bi daketina asta Oksîjena wî em neçar man ku pergala dermên ku me pêştir ji bêhndana mekanîkî ya ne-hucûmî sûd werdigirt, veguherînin pergala hucûmî. Ji ber vê yekê me bi hin dermanan Ensariyan bêhiş kir da ku em bikarin pêvajoya dermankirinê bidomînin. Aniha ew di xewa çêkirî (mesnûyî) da ye û bi rêya pergala bêhndana mekanîkî bi awayê hucûmî oksîjenê werdigire.

Wî her wiha got: Ez ji tevahiya gelê Îranê dixwazim jibo vî lehengê Fûtbalê dua bikin da ku herî zû tendurustiya wî vegere.

 

Serepeyv