Dîmeneke zivistanê ji Qesra Îshaq Paşa li Bazîda Agiriyê / Berf bû xêliya dîrokê
Qesra Îshaq Paşa ku piştî berfê lê kir, bi ruyê berfê xemilî û xweşiktir bû. Çendî ku dîwarê wê hilweşiya be jî hîn jî wê ezametiya xwe nîşan dide.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezoptamyayê (MA), Li Bazîda Agiriyê Qesra Îshaq Paşa, di bin berfê de maye. Bi barîna berfê reng û ruyê qesrê yê di bin berfê de bêtir xweşik bûye û bêtir bala mirovan dikişîne. Çendî ku berf pir barîbe û dinya sar be jî, gelek kes serdana wê dikin. Lê belê qesra ku binbanê wê camkirî ye, gelek kevirên odeyên wê ji cih derketine. Kevirên derketine li quncikên odeyê hatine bicihkirin. Ji xeynî vê mecergeyên di dema paqijkirina berfê de tên bikaranîn jî zirarê dide zemîna qesrê. Li gor gelek çavkaniyan tê gotin ku kurê Mîr Mihemed Pîrbela Evdî Paşa di sala 1685'an de dest bi çêkirina wê kiriye û di sala 1784'an de jî temam kiriye. Qesra Îshaq Paşa di nav Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê de ye û li cîhanê cara ewil di vê qesrê de pergala kalorîfer û qenalîzasyonê hatiye çêkirin. Dîwarên wê û erda wê bi keviran hatine çêkirin. Tê gotin ku bi kevirên spî ên gundê Kotîzê û kevirên reş ên Çiyayê Agiriyê hatiye çêkirin.