Firişte Kerîmiyê li Lîga Kuweytê rêz li Mêhrdad Mînavend girt
Çile 31, 2021 14:27 Asia/Tehran
Lejiyonera Fûtsala Îranê piştî avêtin agulê di Lîga Kuweytê da, rê li Mêhrdad Mînavend girt.
Li gorî rapora ISNAyê, Firişte Kerîmî, endamê tîma neteweyî û lejiyonera Fûtsala Îranê ku di tîma jinan a El-Qadisiye ya Kuweytê da dilîze, Şemiyê bi şev piştî avêtina hulê li hemberî El-Fetatê, rêz li Mêhrdad Mînavend girt û gula xwe pêşkêşî wî kir.
Kerîmî piştî avêtina gulê, hejmara 25 ku hejmara kirasê Mêhrdad Mînavend bû, nîşan da.
Hêjayî gotinê ye, Mêhrdad Mînavend lîstikvanê berê yê Tîma Neteweyî ya Fûtbala Îranê hefteya bihurî ji ber nexweşiya Koronayê, koça dawî kir.