Li Stenbolê - Şahiya kurtefîlman dest pê kir
Çile 23, 2021 08:31 Asia/Tehran
İstanbul Modern bi navê "Gelecek Kisa" (Pêşeroj Kurt) şahiya kurtefîlman da dest pê kirin. Di vê çarçoveyê de ji Tirkiyeyê û ji dinyayê bi dehan kurtefîlm derdikeve pêşberî fîlmhezan.
Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Kurtefîlm di bin navê beşên "Em jî hene!", "Kurte" û "Kurteyên Oscarê" de têne nîşandayîn. Ji 21'ê mehê heta 31'ê mehê dê bi temamî 27 kurtefîlm bêne nîşandayîn. Di nav bernameyê de ji Tirkiyeyê 19 hebe hene.
Kurtefîlm online û bê pere têne nîşandayîn lê yên bixwazin li kurtefîlman temaşe bikin divê navê xwe qeyd bikin ji ber ku kontenjan bi sînor e.