Çile 22, 2021 18:13 Asia/Tehran
  • Japonya amade dibe ku mêvandariya Olîmpîkê bike

Japonya biryar da ku mazûvaniya Lîstikên Olîmpîk û Paralîmpîk bike.

Li gorî Reutersê, Serokwezîrê Japonya ragihand ku Tokyo bi hevkarîya Komîteya Olîmpîkê ya Navneteweyî re amade ye ku mazûvanîya Lîstikên Olîmpîk û Paralîmpîk bike.

Berî viya, karbidestên lîstikên Olîmpîk ên Tokyo tekez kirin ku hikûmeta Japonyayê rewşa awarte li ser vîrusa Corona ragihand, ku nabe ku lîstikên Olîmpîk û Para Olîmpîk têk bide.

Bi paşvexistina salekê ya Olîmpîka Tokyo -2020-an ji ber belavbûna vîrusa Corona, dê pêşbirk ji 23-ê Tîrmehê heya 8-ê Tebaxa 2021-an, û Lîstikên Paralîmpîk ji 24-ê Tebaxê heya 5-ê Îlonê li paytexta Japon were li dar xistin.

Japonya niha bi zêdebûna hejmara mirovên bi vîrusa Corona dikevinî û dimirin re rû bi rû ye.

Serepeyv