Grûpeke Koreya Başûr strana ‘Malan Barkir’ got
Çile 13, 2021 11:46 Asia/Tehran
Grûpa JJJ Studio ya Koreya Başûr ku endamên wê ji kesên melez pêk tê, strana Kurdî “Malan Barkir” bi şêweyeke cuda bi zimanê xwe û Kurdî gotin.
Grûpa muzikê JJJ Studio strana navdar a Kurd “Malan Barkir” bi Koreyî û Kurdî strandin.
JJJ Studio di beşa Koreyî klîbê de gotinên stranê guhertin û cih da şerê Koreyê û behsa perçebûna gelê Koreyê dike. Herwiha di beşa Kurdî de jî dîmenên şerê Kurdan ê li dijî DAIŞê bikar aniye.
Endamên Grûpa muzikê JJJ Studio pir-rengî û melez in. Endamê O.M Sejin bavê wî xelkê Koreyê ye û dayîka wî meleza Malezya-Endonezyayê ye.
Hema grûpê pêştir jî strana Kurdî “Ez Kevokim” gotibû.