Çile 12, 2021 08:51 Asia/Tehran
  • Li bajarokê Rubarya pêşangehek hate vekirin

Komîteya Perwerdeyê bi koordîneya Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Rubariya ya li navçeya Dêrikê pêşangeha amûrên gelêrî vekir. Di pêşangehê de 300 amûrên çandî yên kevnar ûdestkarî hatin pêşandan.

 

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Bi armanca xurtkirina têkiliya nifşên nû bi çanda kurdî re, Komîteya Perwerdeyê bi koordîneya Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Rubarya ya li navçeya Dêrikê pêşangeha amûrên gelêrî û destkariyan li Dibistana bi navê "Şehîd Dêrsim Osman" vekir.

Komîteya pêşangehê bi bîr xist ku wan amûrên gelêrî ji şêniyên gundên Rubarya û Carudiye yên li navçeya Dêrikê ya Herêma Qamişloyê kom kirine. Amûrên wekî das, destarê kevir, amûrên çandiniyê yên berê, teşî û kutikê savar û goşt hatin pêşendan.

Li rex wê jî destkariyên ku ji rîs çêdibin û nexşkirina cil û bergan hatin pêşandan.

Şêniyên gundên meclisa bajarokê Berav û navçeya Dêrikê dikarin di dirêjahiya 3 rojan de serdana pêşangehê bikin.

He wiha di pêşangehê de zêdetirî 50 tabloyên şagirtê bi navê Silêman Îbrahîm ê ji gund Rubarya ku di encama nexweşiya kanserê de îlona borî jiyana xwe ji dest da, hatin pêşendan.

Têkildarî amûrên ku di pêşangehê de hatine pêşendan, çavdêra pêşangehê Semîre Delî got: “Em ji pêşangehê armanc dikin ku dîroka herêmê û çanda kurdî bi nifşên nû bidin nasandin.

Mamosteya vê dibistanê, Xelat Osman da zanîn ku pêşangeh dê heta êvara çarşemê li pêşiya şêniyan û xwendekaran vekirî be.

Xelat gor: “Piraniya amûrên ku hatine pêşkêşkirin, yên şêniyên gundên Carudiye û bajarokê Rubarya ne, bi taybet amûrên girêdayî çandiniyê, çêkirina rîs û karên destan.”


 

 

Serepeyv