Çile 11, 2021 09:41 Asia/Tehran
  • Duyemîn Festîvala Kurtefîlman a Kerkûkê dawiya vê hefteyê dê despê bike

Duyemîn Festîvala Sînemaya Navnetewî ya Kurtefîlman a Kerkûkê, di navbera rojên 13-14ê vê mehê de tê sazkirin.

Festîval dawîya vê hefteyê li eywana Navenda Rewşenbîrî ya Kerkûkê tê lidarxistin ku sala borî ji ber pandemiya koronayê bi awayekî online bernama festîvalê hatibû pêşandan.

Hat ragihandin ku îsa festîval bi awayekî asayî digel wergirtina rênimayên tenduristiyê tê sazkirin.

Serokê festîvala sînemaya navnetewî ya kurtefîlman a Kerkûkê Serdar Zengene ragihandiye ku îsal destpêkê 96 kurtefîlm ji bo wan hatine şandin ku ji wan 82 fîlm bo festîvalê hatine hilbijartin ku 13 ji wan jî ji bo pêşbirkê hatine destnîşankirin.

Di festîvalê de gelek rexnegirên sînemayê beşdarîyê dikin ku biryar e juriya festîvalê ji nav fîlmên werin pêşandan, ji bo xelatê yekem, duyem û sêyemê kurtefîlman diyar bikin.

Serepeyv