Çile 06, 2021 09:15 Asia/Tehran
  • Reza Kûhistanî pêşengê Mûzîka Meqamî ya Xorasana Bakur emrê Xwedê kir

Reza Kûhistanî bexşî û hunermendê pêşeng ê mûzîka meqamî ya Xorasana Bakur sazê xwe bo hertim li erdê danî û koça dawî kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Reza Kûhistanî sala 1315an li gundê Kûranê yê şaristana Qoçanê ku roja îro ser bi Farûcê li parêzgeha Xorasana Bakur e ji dayîk bû.

Reza Kûhistanî ji hunermendên nasyar ên mûzîka Kurmancî ya bakurê Xorasanê bû û zêde ji 60 salan ji temenê xwe di vê rêkê da mijûl bû.

Hêjayî gotinê ye, Tebaxa 2020î jî Sohrab Muhemedê bexşî û hunermendê nasyar ên Kurd ji şaristana Mane û Semelqanê li parêzgeha Xorasana Bakur di 80n saletiyê da koça dawî kir.

 

 

 

Serepeyv