Çile 05, 2021 15:09 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Norwecê pirtûka alfabeya Kurdî çap kir

Li Norwecê ku nifûsa wê 5 milyon e û civakek pir etnîkî ye û hejmarek zêde Kurd jî lê dijîn, bi piştgiriya hikûmetê alfabeya Kurdî ji bo zarokan wek pirtûk hat çapkirin.

Mamoste Alekan Nyland ku li paytexta Norwecê bajarê Osloyê dijî, ji bo zarokên Kurd ên li wî welatî dijîn, pirtûka alfabeya Kurdî bi herdu zimanên Norwecî û Kurdî nivîsand.

Alekan Nyland ji Rûdawê re behsa wê projeya xwe kir û got ku ew dixwaze di warê ziman de alîkariya zarokên Kurd ên li Norwecê dijîn bike.

Nyland diyar kir ku armanca wî ji nivîsandina wê pirtûkê ew e ku zarokên Kurd bi hêsanî bikarin zimanê xwe yê dayikê pêşve bibin û got: “Bi hezaran zarokên Kurd li Norwêcê dijîn.  Norwêc civakek pir etnîkî ye ku tê de çandên cûrbecûr hene. Nifûsa vî welatî 5 mîlyon e û bi qasî 180 zimanên xurbixur tê de tê axivtin.”

Serepeyv