Hunermendê îranî xelata Civata Karîkatorîstên Endonizyayê wergirt
Kanûn 27, 2020 17:25 Asia/Tehran
Xelata Civata Karîkatorîstên Endonizyayê ya bi navê "Na bo Derewê" dan Ehmedreza Sohrabî, hunermendê karîkatorîst ê îranî.
Di festîvala Civata Karîkatorîstên Endonizyayê da, 374 hunermendên karîkatorîst bi 1496 berheman ji 48 welatan beşdar bûbûn.
Ehmedreza Sohrabî heta niha beşdarî zêdetirî 40 festîvalên neteweyî û navneteweyî yên Kartûn û çapemeniyê bûye û kariye xxelatê werbigire.
Ji bilî van xelatan, berhemên vî karîkatorîstî li kovar û katalogên festîvalên nasyar wel Omiyaya Japonê, Aydîn Dogana Tirkiyê, Penelaya Polonyayê, Fena Mîzzana Tirkiyê, Alkalaya Spanyayê, Mazatlana Mêkzîkê û Nîl s Bûgeya Danîmarkê da hatine weşandin.