Kanûn 24, 2020 22:21 Asia/Tehran
  • Encûmena Fîzîkzanên Kanadayê medala zanistî ya Herzberg dide zanyarekî Kurd ê Îranê

Encûmena Fîzîkzanên Kanadayê, medlayaya zanistî ya Herzberg pêşkêşî zanyarê Kurd ê ji Kurdistana Îranê, Profesor Îbrahîm Kerîmî kir.

Profesor Îbrahîm Kerîmî roja Sêşemê 22ê Kanûna 2020an li ser hesabê xwe yê Instagramê ragihandiye, saet 14:00 bi dema Otawa ya Kanadayê û bi awayê online ji dika Zoom ve gotarek derbarê fîzîka kuwantom pêşkêş kiriye û saetek piştî gotarê, Encûmena Fîzîkzanên Kanadayê medalyaya zanistanî ya Herzberg pêşkêşî wî kiriye.

Profesor Kerîmî zanyarekî warê fîzîka kuwantom e û sala 1978an li bajarê Seqiz a ser bi parêzgeha Kurdistana Îranê ji dayik bûye. Kerîmî heya wergirtina bawernameya Masterê jî li Îranê xwandiye û sala 2005 ji bo xwandina fîzîka kuwantom çûye Îtalyayê û di dema du sal û nîvan de bawernameya doktorayê di vî warî de wergirtiye.

Ji sala 2017an ve li Zanîngeha Otawa ya Kanadayê weke profesorê fîzîkê hatiye wergirtin, daku pênc salan kursiya taybet wergire û li wir dest bi lêkolînên zanistî kiriye.

Profesor Kerîmî di warê matematîk, fîzîk û fîzîka kuwantom de zêdetir ji 70 gotarên zanistî nivîsîne ku beşek ji wan weke nûtirîn lêkolînên di warê fîzîka kuwantom û leza ronahiyê, ku di nava civaka zanistanî ya cîhanê de bû sedema gelek karvedanan.

Heta niha sê xelatên mezin bi awayê grûp û takekesî pêşkêşî wî profesorê Kurd ê Îranê hatine kirin.

Xelata yekem di warê geşeya teknolojiyên kuwantomî de ye ku bihayê xelatê 80 milyon dolar bûye ku pêşkêşî grûpa zanistî ya fîzîka kuwantomê hatiye kirin û Îbrahîm Kerîmî jî yek ji endamên wê grûpê bûye.

Herwiha xelatên John Evans û Navenda Nûkariya Kanadayê du xelatên din ên profesor Kerîmî ne, ku ji bo awayê wênegirtina mîkrîskopên elektronî û lêkolînên li ser çawaniya guhertin leza ronahiyê bûye.

Profesor Îbrahîm Kerîmî niha tevî ku li Zanîngeha Otawa  ye, li navenda lêkolînan a Max Plank a Almanî jî mamosteyê lêkolînê ye û di warê fîzîka kuwantomê de kesekî naskirî yê cîhanê ye.

Serepeyv