Kanûn 23, 2020 14:44 Asia/Tehran
  • Kirêwe û Aşît ji xeterên herî girîng ên li çiyayên Elborz û Zagrosê ne

Berpirsa Hewanasiyê ya Federasiyona Çiyagerriyê ya Îranê got: Bila çiyagerr ji dev hilkişiyana çiyayên li rêzeçiyayên Elborz û Zagrosê di dawiya vê hefteyê da berdin.

Semane Nigah, Berpirsa Hewanasiyê ya Federasiyona Çiyagerriyê ya Îranê di gotûbêja bi ISNAyêl ra li ser rewşa çiyayên Îranê di dawiya vê hefteyê da got: Li gorî Pêşbîniyên Hewanasiya Çiyayan ji roja Çarşemiyê 23ê Kanûna 2020î va pergala lêkirin û barînê ya sar û bihêz ji aliyê rojava û bakurê rojava dê derbasî Îranê bibe.

Wê got: Di heyama çend rojên pêşber da pirraniya navçeyên çiyayî yên welêt dê tûşî barîna berfê û kirêwe û mij û dûmên bibin.

Berpirsa Hewanasiyê ya Federasiyona Çiyagerriyê ya Îranê her wiha got: Rewş jibo qewimîna aşîtê amade ye.

 

 

Serepeyv