Kanûn 21, 2020 15:52 Asia/Tehran
  • 49 kelpîçên 2800 salî piştî 29 salan vegeriyan Îranê

49 kelpîçên leabdar ên 2800 salî ku ayîdî şaristaniyeta Manayan e, ji Swîsreyê bo Îranê hatin vegerandin.

Li gorî rapora malpera Iran Online'ê, Karzan vê yekê wek dosyeya herî girîng a hiqûqî ya Îranê di civatên navneteweyî da piştî dadgeha feraqên Cîrofta Kirmanê dizanin.

Vegeriyana van kelpîçan encama hewildana kevnarenasan, yekîneya hiqûqî ya Wezareta Mîrasa çandî û saziya Dîplomasiya welêt e.

Bi giştî ji sala 1327an heta 1399an 12 caran vegerandina berhemên dîrokî bo Îranê pêk hatiye.

Ev kelpîç ayîdî qada Serdema Hesin a 3 di navenda kevn a Manayan li Qelayçiya Bokanê li başûrê parêzgeha Azerbaycana Rojava ya Îranê ne. Tê gotin ev qad di sedsala heftem heta 800 a beriya Mîladê cihê paşatiya Manayan bûye. Cuxrafyaya desthilatdariya Manayan ji aliyê bakur va digihîşte Gola Ûrmiyê û li başûr jî digihîşte Gola Zirêbarê ya Merîvanê li parêzgeha Kurdistanê.

 

 

Serepeyv