Kanûn 19, 2020 18:17 Asia/Tehran
  • Perspolîsê di cîgeha duyem a Asyayê da cih girt

Tîma Fûtbala Perspolîsa Îranê bû cara duyem li Asyayê bû duyem.

Tîma Fûtbala Perspolîsa Îranê û Tîma Ulsan Hiyûndaya Koreya Başûr îro şemiyê berêvarê fînala Lîga qehremanên Asyayê-2020 li werzişgeha El-Cunûb a bajarê Dûhaya Qeterê li dar xistin.

Ji her du tîman kêmtir ji 500 temaşevanan di werzişgeha El-Cunûbê da hebûn.

Koreyiyan bi du penaltiyan ku ji ber venihêrîna vîdyoyî li ser xêra wan hat ragihandin, takegula Perspolîsê cebirandin û bi encama 2-1 jê birin.

Tîma Fûtbala Perspolîsa Îranê sala 2018an jî ev cîgeh di Lîga Qehremanên Asyayê da bi dest xistibû.

 

Serepeyv