Kanûn 19, 2020 08:42 Asia/Tehran
  • Li Dêrazorê Hemleya “Pirtûkek be jî, bide” destpê bû

Pêr Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Dêrazorê ji bo xurtkirina tevgera çandî li Dêrazorê û dewlemendkirina pirtûkxaneya Navenda El-Kesra ya Çandê, dest bi hemleya “Pirtûkek be jî, bide” kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Hemle ji aliyê Navenda El-Kesra ya Çandê ya li gundewarên rojavayê Dêrazorê ve, bi amadebûna serokê Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Dêrazorê Mihemed Receb, nûnera Komîteya Jinan Hiyam El-Hesen, hevseroka Meclisa Rêveber a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Mereh El-Ehmed û hejmareke rewşenbîrên herêmê hate ragihandin.

Beşdaran hejmareke pirtûkên çandî, dîrokî û siyasî dan komîteya ku çavdêriya hemleyê dike ku dê heman komîte pirtûkan li pirtûkxaneya Navenda El-Kesra ya Çandê bi cih bike Piştre beşdaran bal şand rewşa çandî li gel sîstemên zordest û çeteyên ku li pey hev herêm dagir kir û tekez kir ku kesayetên zana nûnertiya civakeke pêşketî dikin.

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Dêrazorê Mihemed Receb jî diyar kir ku Partiya Sûriya Pêşerojê hewl dide bi rêya çalakî û panelên çandî yên li herêmê, rewşa çandî ya herêmê bi pêş bixe.

Receb piştrast kir ku ev însiyatîfa wan a yekemîn li herêma El-Kesra ya gundewarê rojavayê Dêrazorê ye û dê hewl bidin li herêma gundewarê bakur û rojhilat jî însiyatîfên bi vê rengî bidin destpêkirin, da ku aliyê çandî li seranserê Dêrazorê bê pêşxistin.

Piştre, hevseroka Meclisa Rêveber a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Mereh El-Ehmed axivî û behsa girîngiya vê hemleyê kir û got: “Em hêvî dikin ku însiyatîfên bi vê rengî di dema pêş de li seranserê herêmê zêde bibin, da ku rola çandê û rewşenbîran xurttir bibe.”

Piştre endamên ku hemleyê bi rê ve dibin, spasiya beşdar û piştevanên vê hemelyê kir û tekez kir ku dê xebatên bi vî rengî dewam bikin.

Serepeyv