Kanûn 19, 2020 08:25 Asia/Tehran
  • Perspolîs - Ulsan Hiyûnday; Fînala Lîga Qehremanên Asyayê

Tîmên Fûtbalê yên Perspolîsa Îranê û Ûlsan Hiyûndaya (Ulsan Hyundai) Koreya Başûr îro şemiyê berêvarî dê fînala Lîga Qehremanên Asyayê-2020 li dar bixin.

Her du tîmên Perspolîs û Ulsan Hyundai cara duyem e ku hildikişin fînala Lîga qehremanên Asyayê. Ev di halekî da ye ku nûnera Koreya başûr di fînala 2020î da bi têkdana El-Ehliya Erebistanê bû qehremana van pêşbirkan. Lê nûnera Îranê sala 2018an ji Kaşîma Antlerza Japonê bayda û negihîştiye qehremaniyê.

Tîma Perspolîsê bi rahêneriya Yehya Gulmuhemedî hilkişiya fînala pêşbirkan.

Kîm Do Hûn teknîk dîrektorê 50 salî yê koreyiyan bîranîneke xweş ji rûbirûbûna digel Fûtbala Îranê tune. Wî di çarçova tîma Koreya Başûr da du caran bi encama 6-2 derdaye Îranê û gula duyem a tîma xwe avêtiye.

Tîmên Perspolîsa Îranê û Ulsan Hyundai ya Koreya Başûr dê îro saet 15:30 (li gorî dema Têhranê) di fînala Lîga Qehremanên Asyayê-2020 di werzişgeha El-Cunûb a bajarê Dûhaya Qeterê biçin pêşberî hevdu.

 

Serepeyv