Kanûn 17, 2020 18:06 Asia/Tehran
  •  Mihrîcana Fîlmên Kurd a Hambûrgê dest pê dike

11’emîn Mihrîcana Fîlmên Kurd a Hambûrgê, ji ber pandemiyê wê îsal di navbera 19-23’ê kanûna (Desember) 2020î de li ser înternetê bi awayekî online bê lidarxistin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), 11’emîn Mihrîcana Fîlmên Kurd a Hambûrgê, ji ber vîrûsa koronayê wê îsal di navbera 19-23’ê kanûnê de li ser malpera (vimeo) ya înternetê bi awayekî online bê lidarxistin. Vekirina mihrîcanê wê roja 19’ê kanûnê saet di 19.00’an de bi fîlmê “Daialog” ku derhêneriya wî Selîm Yildiz kiriye bê kirin. Wê di 23’ê kanûnê de bi nîşandana 5 fîlmên mihrîcan bi dawî bibe.

 

 

Serepeyv