Kanûn 16, 2020 17:58 Asia/Tehran
  • Persepolis dikare ji bo futbola Îranê rojek bi bîrmayî çêke

Rêvebirê Giştî yê Werzîş û Ciwanên Parêzgeha Tehranê, tekez kir ku roja şemiyê dê jibo futbola Îranê û Klûba Persepolis Tehranê bibe rojek taybetî û got: "Bi biryardarî û viyana ku di kadroya teknîkî û lîstikvan de tê dîtin, em dikarin bi serketina li fînala lîgê wehremanên Asyayê rojeke ji bîrnebûyî pêk bînin."

Di peyamekê de bi helkefta vê pêşbirkê, Nasrullah Parîçêhreh, Berpirsê Pêwendiyên Giştî yê Midûriya Giştî ya Werzîş û Ciwanan a Parêzgeha Tehranê, beşdariya Persepolis di fînala Lîga Şampyonên Asyayî de di sê salên paşîn de ji bo cara duyem wekî deskeftiyeke mezin a neteweyî bi nav kir û got: Çavê me û gişt hogirên fûtbolê li Perspolîsê ye eva nêrîneke neteweyî û gelanî ye.

 Xîret û hewildana ku me ji lîstikvanên îranî dîtiye, em piştrast in ku Persepolis dê di lîstika dawîn de bi cidî bixebite û em hêvî dikin ku ev tîm bi ser bikeve.

Serepeyv