Kanûn 15, 2020 10:03 Asia/Tehran
  • Pişkekişandina Lîga Qehremanan - Barselona û PSG bûn reqîbên hev

Di Lîga Qehremanan ji bo pêşbirkên 16'ên Dawî pişke hat kişandin. Du tîmên mezin Barselona û PSG (Paris Saint-Germain F.C) bûn reqîbên hev ku ev pêşbirk dê wekî fînalê be.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Pişke li Navenda Giştî ya UEFA'yê hat kişandin. Di necamên de ji bo pêşbirkên 16'ên Dawî ev tîm bûn reqîbên hev.

- Borussia Monchengladbach - Manchester City

- Lazio - Bayern Munih

- Atletico Madrid - Chelsea

- RB Leipzig - Liverpool

- FC Porto - Juventus

- Barcelona - PSG

- Sevilla - Borussia Dortmund

- Real Madrid - Atalanta

Tîm du pêşbirkan dê bi hev re bilîzin û yek dê derbasî çarîk fînalê bibe, tîma din vegere mala xwe. Pêşbirkêh yekemîn rojên  16-17 û 23-24'ê reşemiya (Sibat) 2021'ê, rovanşên wan jî rojên 9-10 û 16-17'ê adara  2021'ê dê bêne lîstin.

Pişkeya herî balkêş ya Barselona û PSG ye. Ew di sala 2017'an de jî hatibûn hemberî hev. Di pêşbirka yekem de PSG'ê li mala xwe 4 gol avêtibûn Barselonayê û bi 4-0 ew şandibû mal. Her kesî bi çavê ev kar temam e nêrî. Li pêşbirka li Barselonayê de deqîqe 87 bû û Barselona bi 3-1 li pêş bû, lê ev yek têr nedikir. Di deqîqeyên mayî de, di deqîqeya 88 û 90+1 de Neymar û di deqîqeya 90+5 de Sergio Roberto gol avêtibû û Barselonayê bi 6-1 pêşbirk bi dest xistibû. Vê carê Neymar li PSG'ê ye û ev pêşbirk jî dê bibe wekî rovanşa pêşbirka sê sal berê. Û helbet heyecana cê pêşbirkê ji niha de xwe dide hîskirin.
 

Serepeyv