Kanûn 10, 2020 21:22 Asia/Tehran
  • Zewaca pêşwext dibe sedema pirsgirêkan

Di temenê 15 salî de li gel kurek 18 salî dizewice. Ji ber sedemên cuda û jihev fêmnekirinê hemû rojên wê bi pirsgirêk û kovan derbas dibe. Sala wan temam nabe ji hev cuda dibin.

Her çiqas Jîno bi xwesteka xwe zewicîbe jî, weke bi xwe diyar dike, ji ber ezmûna wê ya jiyanê kême, nekariye rûbirûyî pirsgirêkên jiyana hevseriyê bibe û tevî çend sal derbas dibe hîn baca vê zewacê dide.

Jîno yek ji mînakên bi sedan keçên ku di temenên biçûk de dizewicînin yan jî bi zorê dane mêr. Tevî ku hîn negihîştine asta berpirsyartiya malbatê li stûyê xwe bigirin mêr dikin an jî bi zorê didin mêr.

Li gorî danezana gerdonî ya mafên zarokan, her kesek ji 18 salî kêmtir be zarok tê hesibandin. Ji bo pêkanîna zewacê neguncav e, ji derveyî vê ji bo wan keçan derfeta xwendinê gelek kêm dibe.

Zewaca pêşwext li beşek welatên cîhanê heye. Li Rojhilata Navîn û Herêma Kurdistanê di astek bilind de ye. Lê, li Herêma Kurdistanê heta niha ti daneyên fermî derbarê zewaca pêşwext de nîne, yan jî nehatiye eşkere kirin.

Rêxistin û aktîvîstên parastvanên mafên jinan tekezî li ser vê diyardeyê dikin. Rojane jî nûçeyên zewaca pêşwext digihîn welatiyan. Herî dawî di dawiya meha borî de, dosya 2 keçên temenê wan li bin 15 salî de bûn ku bi zorê li gel kesên temenê wan ser 40 salî re zewicandîbûn.

Li gorî lêkolînvanên civakî, sedema zewaca temenê biçûk, xerabûna rewşa aborî û  paşmayîna aqilê civakî, (Aqilê ku keçan li mala bavê wê mêvan dibînin û bermîlê barûtê bi nav dikin) dibînin.

Lêkolînvana Civakî ya li Saziyên Parastina Mafên Jinan Kenar Kemal, li H. Kurdistanê sedema sereke ya zewaca pêşwext, çand, nebûna bernama malbatan a ji bo jiyanê, hejmara zêde ya zarokan, xerabiya aborî û bandoriya torên civakî dibînin.

Kenar Kemal diyar kir ku beşek ji wan keçan dixwazin mîna jiyana di torên civakî de dibînin bijîn û piştre nizanin çi rû dide û got;”Ji berî temenê 18 saliyê dema pêşveçûnê û guhertinan e, derûniya wan nesalemet e, lewma ji bo zewacê neguncav in. Yên di temenê zarokatî de dizewicin, bi bawerî ji bo yek rojê jî be, wê rûbirûyî pirsgirêkên derûnî bibin. Piraniya wan di pêşerojê de eger bi gotina xelkê jî be wê baca wê bidin.”

Zewaca pêşwext ji derveyî ziyana derûnî ya li ser jinan, weke Pispora Nexweşiya Jinan Dilovan Mihemed qal dike, ew keçên ku ji berî temen 18 saliyê dizewicin, rûbirûyî çend pirsgirêkên tenduristiyê dibin.

Dilovan Mihemed diyar kir ku temenê jêr 18 salî ji bo zewacê û dayikbûnê nedestdaye û got ku rojane herî kêm 2 jinên temenê wan jêr 18 salî de serdan dike ku zewicîne.

Yasaya Iraqê, rê dide zewaca bin temenê 18 salî. Li gorî benda 2 ya madeya 80 ya yasaya Iraqê, ya jimara 188 a sala 1959’an mafê dadwer heye rê bide zewaca temen 15 salî, eger mecbûriyek hebe.

Heman yasa sala 2008’an li Parlamenta Herêma Kurdistanê hate erêkirin. Lê 15 salî bû 16 salî. Bi mercê kesekê yekem ê keçê amade be û keç bi tendurist be.

Parêzer Eşwaq Necîb diyar kir ku welatî beşek ji wan madeyan ji bo zewicandina zarokan bikar tîne û got ku sedema vê jî ew e ku pêziknameyek derbarê ‘mecbûrî’ de nîne. Herwiha bav û dayik  sedem in ku ew keç di temenê biçûk de bizewicin.

Parêzer Eşwaq Necîb eşkere kir ku ew piraniya keçên ku di bin temenê 15 salî de tên zewicandin, li dadgehên derveyî Herêma Kurdistanê yên li Xaneqîn û Kerkûkê mer dikin û li dadgehan jî dibêjin berê ji derveyî dadgehan mer kirine.

Parêzer Eşwaq Necîb eşkere kir ku zewaca di temenê biçûk de yek ji sedemên berdanê ye.

Her çiqas rêxistin û aktîvîstên jin ji bo pêşîlêgirtina zewaca temenê biçûk hewl didin, lê heta niha berdewam dike û piraniya wan jî bê xwesteka wan didin zewicandin. Di encamê de jî dibe sedema pirsgirêkan, yan jî bi berdanê bi dawî dibe.

Serepeyv